Songtexte.com Drucklogo

Sîya Şaperên Songtext
von Kardeş Türküler

Sîya Şaperên Songtext

westiyan
li hev nêrîn
westiyan

şaperên xwe vekirin
şaperên mîna reşmalan
ji rêya dûr hatina ey lawo
ji nav êl eşirên biyanîyo

e lawo
ev kilamê bêdengiyane
bihîse lawo


li hev nêrîn
nêrîn, nêrîn û nêrîn
bi çavên beloq
bi çavên tûj
bi çavên kesk
çavên şîn
bi çavên zer
çavên sor
bi çavên dûr
çavên kor
ey lawo lawo
bi çavên nêçirvanên dilsoj

ez teyrim têyre tawus
li ser şengalê
ez aramê dixwazim

ey nêçirvano
ez bazim teyrê baz
dixwazim hewarê

li zinaren hêlina min
esmanî d'ramûsim
li zinaran qet natirsim
ey nêçirvano
li zinaran hêlina min
daxwaz bi gazim
li zinaran qet natirsim
ey nêçirvano

ez teyrê bêwar û wazim
li darê dinê
ez li qewme xwe digerim ey nêçirvano
li çiyayên asê çerxim bi tenê


ewrên sor dibare
li esmana şaperên wan dîsa mezin bûn
ey havare
ketin nav şerê axir zemanê
ew şerbazin
ew şûrbazin
ew çavsoriyê naxwazin

êêê lawo
çîroka me ûsa
xûyaye
dîroka me ûsa
xûyaye
eve kilamê
bedengiyane
bihîse lawo

bi şev û roj teyra şer domand
edî westiyan
lê westa xwe girtin
ew nasekinin

ax, ji nav hengame şerî, her teyr bi çengê xwe firi

Songtext kommentieren

Log dich ein um einen Eintrag zu schreiben.
Schreibe den ersten Kommentar!

Quiz
Wer will in seinem Song aufgeweckt werden?

Fans

»Sîya Şaperên« gefällt bisher niemandem.